5 Temmuz 2022 Salı

reîs Rêîs cadûger e, sêhrbaz e, weliyê xwedê ye, kesekî xwedan keramet e, hin dibêjin Êzdî ye û mîna êzdiyan e, porê wî bejin û bala wî û rûdenê wî. Hin dibêjin na, ma wilo dibe; ne her roj diçe mizgeftê. Hin dibê mindalbaz e. Hinan digot bi serê bavê te bikim min ew li ber kevirê Hecê ditiye, hima hecacên Hewlêrê teva digotin me dîtiye, hina digo difire ji cihekî diçe cihekî dî, be bilêt ha miftûbellaş....

gotegotên li ser reis ramazan -akan- a Pîrbal 


Çîroka Ferhad Pirbal a binavê Reîs Remezan(ekan) berî 2005an hatiye nivîsandin û 2005 li Çwarqurne hatiye xwendin.


Çetoyê Zêdo û Eyup Subaşi ev çîrok ji soranî bo kurmancî wergerandine, çîroka resen jî ji tîpên erebî-kurdî hatiye latînîzekirin. Zêdo û Subaşi pirtûk bi soranî û kurmancî derxistine ber çapê û Weşanxaneya Avestayê di 2015an da li Stenbolê çapkiriye. Werger û tîpguhêzîya pirtûkê rûpel bi rûpel e, rûpelê çepê bi soranî rûpelê rastê jî bi kurmancî ye. Wexta xwendevan bixwîne dikare soranî û kurmanciya wê bidê ber hev û bi herdû zaravayên kurdî bixwîne. Tiştekî taybet bû ji bo min, cara ewil bû ez tiştekî wisa dibînim.Bi vî awayî ev çîrok li behra kurmancîyê hatiye zêdekirin. Dest û dilê wan sax bin û her hebin.


Çîrok li Hewlêrê taxa Teyraweyê diqewime. Di çîrokê da Ferhadê me zanko qedandiye û bi awayekî li bîranînê xwe divegere û çîrokê ji me re dibêje. Meriv têdigihêje ku ev çîrok, çîroka Ferhad bi xwe ye. Dema meriv tê dawiya çîrokê, dibêje qey: Ferhad Pîrbal serpêhatiyên xwe yên bi Reîs Remezan ra ji me ra gotine û çend gotinê xwe yê di derheqê Reîs Remezan da ji me ra li çîrokê zêde kirine. Wekî bêjê, a ha wele Reîsê me halo bû û fikra min ev e, ha ji we ra.

Ferhad Pîrbal


Dîroka nivîsandin a çîrokê di çîrokê da ne diyar e. Lê di serê pirtûkê da wekî agahî bi me dide zanîn: Çîrok di temmûza 2005an da hatiye nivîsandin. Û tiştên qewimîne ji zarokatiya Ferhad dest pê dikin heya Ferhad diçe li Silêmaniyê dixwîne jî didomê. Lê bi awayekî sîstematîk û zelal em nikarin bêjin, çîrok di filan wextî da dest pê dike û di filan wextî da xilas dibe.

Di serî da Ferhad, Reîs Remezan bi vî awayî bi me dide nas kirin: Reîs Remezan yekî serhildêr bû, kî dizane belkî Kurd bû. an jî kurdekî êzîdî, ne Êzdî jî be şekl û şemala wî ya Êzîdiyan bû em dereçînê nivîskar in. Belkî wî jî bi rastî nizan bû! Lê em bi awayekî eşkere dizanin ku wextekî zilm lê hatiye kirin; dê û bavê wî di Şerê Seydaweyê da hatine kuştin, belkî bi fîşekekê an jî bi bombebaranekê. Serîhilda bûn li hemberî Ba’sê.


Çîrok bi van gotinan dest pê dike: “Li taxa Tewraweyê, li hemberî mizgefta Hecî Ebdella, li kolana tenişta Hemama Muxtar, zilamekî zigurt dima. Emrê wî pêncî sal bû; li polîsxaneya pişt gazînoya kurd û ereban mu’awinê polîsa bû. Xelkê jêre digo: Reîs Ramazan… Xwedê tiştekî wilo kiribû para wî ku di eynî kêlîk-demê da dikarî bû du-sê kesên din; ango hêza wê yekê pêre hebû, ku di heman demê de çend kesên wek xwe; jixwe dirist bike û wan berde dinyayê.”(r.9)


Çîrok ji devê Ferhadê piçûk tê vegotin heya Ferhad mezin dibe, dibe xort. Ji zarokatiya xwe heya gihaye zanîngehê jî(a li Silêmanîyê) cihê Reîs Remezan di jiyana Ferhad da heye. Ferhad meseleyên li ser Reîs Remezan ji me ra neqil dike, kê kengî bi çi awayî di çi şekl û şemalê da dîtiye û bihîstiye û tiştên hatine guhê wî ji me ra dibêje. Bi gelemperî vegotina çîrokê li ser diyalogan di navbera Ferhad û bavê wî û şahidên din da ava bûye. Behsa fen û fûteyên, fê’l û finasên wî dikin û di derheqê Rêîs da qise dikin gelek kes. Wekî kesên, cîvatê ji xwe ra girê dabin an jî li odayeke gund gihabin hev û ji hevdû ra li ser Reîs Remezan qise kiribin. Û di dawiya da biryarekê bidin bêjin a ha wele mesela Reîsê me ev e. Ewil hin kes dibêjin, Rêîs cadûger e, sêhrbaz e, weliyê xwedê ye, kesekî xwedan keramet e, hin dibêjin Êzdî ye û mîna êzdiyan e, porê wî bejin û bala wî û rûdenê wî. Hin dibêjin na, ma wilo dibe; ne her roj diçe mizgeftê. Hin dibê mindalbaz e. Hinan digot bi serê bavê te bikim min ew li ber kevirê Hecê ditiye, hima hecacên Hewlêrê teva digotin me dîtiye, hina digo difire ji cihekî diçe cihekî dî, hem jî bêyî ku bilêta derekê bistîne-bikire.


Wexta civat li ser Reîs Remezan qise dike li ser pirseke Mam Mexdîdê Bexçewan bi vî awayî bersiva Ehmed Ereb dide; ”wekî Reîs Remezan eslî ne. Ji ber ku min gelek ji wan dîtine, mebesta min ew e ku ez bêjim gelek caran ez rastî wan hatime; bi qasî mûyekî ferqa wan ji hevdû nîne.”(r.45)

Bifikirin ku kesek di eynî kêlîkê da li gelek cîyan be û kesên cuda cuda wî di haletên cûda da bibînin.

Dikin û nakin tiştekî bi serê hev naxin.

Reîs Remezan êdî mala xelkê dibe mîratê. Reîsê me ne yeke, ne didu ye, ne sisê ye û ne jî çar e… gelek Reîs Remezan di heman demê da bi awayê cihêwaz li mekanê cihê têne xwiya kirin. Mîsal: Dade Bedekoyê wexta diçê mala Dade Behîceyê dibîne ku Reîs Remazan li cem mêrê Behîceyê ye, Hecî Hebîb li Eywan-hewşê ye bi hevre piyase dikin; wextê derbasî hundirê malê dibe şaşo-maşo dibe, çi bibîne Behîce şilftazî û lingê xwe avêtine noqa Reîs Remezan û helke helka wan e. Hima li lingê ling Dade Bedekoyê derî li pey xwe digire û tê mala xwe, ma wê çi bikê? Meselê ji zilamê xwe ra dibêje…

Reîsê me midûrê polîsan e, lê dikevê hemî postika da dibe mamoste, heya digihê zanîngeh û qenalê televîzyonan jî.

Reîs Remezan êdî li hemî mizgefta weiz didan, weiz jî çi weiz, a dilê xwe digot. Bi kêfa xwe bû çi li hesabê wî bihata, digot bikin, a li hesebê wî nehata qedexe dikir. Li her derê dengê wî di goha da olan dida. Li Kutanxaneyan, dibistanan, zanîngehan û televîzyonan…


“Tiştê seyr ew bû: ev tirs û sawa Reîs Remezan, di nav dilê xelkê de ji ber ku bi kûr û berfirehî û berdewamî, her dem û her roj dubara dibû; di dawiyê de dibû bawerî. Kar gihîşti bû wê radeyê ku qismek ji xelkê nola ku jê ditirsiyan,welê jî baweriya wan bi wî hebû û jê hez dikirin.”(r.51)

Reîs Remezan(ekan), Avesta, 2015, Stenbol


Di bin destê desthilatdaran da em têne kedîkirin, mîna pisîka melê- a cihê wê xweza-jê hez dikin (ew pişo me hez dike) mîna ajalan!

Reîsê me rokê jî sirf ji bo ku porê kurikekî wekî ya wî kejike bi meqesê li nîvê serê wî riya tirênê çê dike!

Her ew heye kesî mîna wî divê nebe, çawa hinek xwe dişibînin Reîs?

Her çiqas zarok di pola şeşa da bibêje mamosta ev mode ye jî…

Di eynî kêlîkê da hevalê kurikî para wî hatî qusandin jî bertekê nîşan didin ew jî têne rêkirin bo zindanê.

(Ev mamosta jî Reîs e)

Jixwe ziravê xortan jî jê diqete, cihê sînemayê, şanoyê û cihê geşt û gerê dibin jahr û ziqûm. Hemî jî ji tirs û xofa Reîs in.


Kurdistan axeke dagirkirî ye. Em tê digihîjin halê civaka me çawa ye. Ferhad di çîrokê de pasîf e, tiştekî nake. Tenê şahid e. Wekî wênekêşekî, jixwe di pirtûkê da têra xwe wêneyê bi qelema Ferhad Pîrbal hatine xêzkirin jî hene. Meriv baş dibîne tevlîheviya di hiş û mêjiyê merivan da. Bîranîna Ferhad ji zarokatiya wî dest pê dikê haya digihîje zanîngehê. Wexta Ferhad piçûk e, kirin û helwesta Reîs Remezan jî hindik û piçûk in. Her ku mezin dibe, Reîs Remezan jî zêdetir û bi hêztir dibin. Bo min ev pir balkêş bû, mîna her ku meriv dibe xwedî zanebûn dîtina meriv berfireh dibe. Çiqas mezin dibe Ferhad ewqasî fêm dike ku bê çiqas zanebûna me û hişmendiya me tê çikusadin-qurxiçandin, çavkorkirin. An jî ava reş bi çavê me de tê rijandin. Li gor Ferhad hiş û aqilê me ji kîsê desthilatdariya ve tê tekûz kirin! Em ne azad in, ne di nav şert û mercî azad da dijîn. Jixwe di serê pirtûkê da di wêneyê ewil da bajarekî bi sûran hatîye dorpêçkirin û têde dêr û mizgeft bilind dibin hene. Li dinyayê hişê me ji zarokatiyê ve di bin darê ola îslamê û xiristaniyê da ye bi gelemperî. Lê ne tenê ol û bawerî asteng in bo hişekî azad û serbixwe. Ma Reîs Remezanê me jî ne reîs ewil e? Lê îro ew bi xwe malikê li me (kurdan) dikin mîrate?


Ewil Ferhad Pîrbal dixweze me li çîrokê germ bike û me xwendevana pê bide bawerkirin ku Reîs Remezan yek şexs e. yanî tenê Reîsek heye û Reîsê dî jî ji wî Reîsî zêde dibin. Di dawiya pirtûkê da em fêm dikin Reîs Remezan di hemî dem û dewranan de hene. Di haman demê de li cî û warê cûda Reîsê ji hev cûda hene, lê ji aliyekî ve jî gelekî mîna hev in, çawa ku Ferhad dibê ferqa wa bi yek mûyî jî ji hev nîne. Û lê zêde dike heke hêz di destê kê da be mimkun e ew jî rojekê bibe dîktatorekî mîna Reîs Remezan. Ev jî wehşîtiya mirov nîşanî me dike. Çawa ku Sabahattin Alî di “Içimizdekî Şeytan” da di dawiya pirtûkê da dibêje: şeytan dinava me bixwe da ye. Ne hewceye em li şeytanekî bigerin ji bo em gunehên xwe bikin stûyê şeytên da. A Fehad Pîrbal jî tiştekî wisa bi xwendavanê xwe dide hîskirin…


    


Têbiniyek: ev nivîs du hezar û nozdeha li ser malpera lavlavk hatiye parvekirin.

Cih: stenbol

26'ê Haziran' 2019 a.

13 Haziran 2022 Pazartesi

tişt

 -li hafa çiya-

hat û çû
xwe berda çalê
di cemê de noqî dûvê gamasî bû
mêsî xwe daweşa 
pirtûkê singa tawis zîlda di êniya ferş de
çar tileha 
wehşê di hundirê curdistanê da verîşa 
mahfûr bi hewarê çirriya
celadet bi xweliya kamiran xeriqî
va li aniya min e

4 Haziran 2022 Cumartesi

Kurdistanek

Li ber çemê Botanê hebû ya me dîwanek
Di dîwanedê hazir bûya dost û yarek 
Ji Kurdistanê re me vekra falek, têde fekra nîşanek
Lê me avakira li Aso yê nîgarek bi rim û padşayek
Ew jî tu bûya.

3 Gulana 2022

7 Aralık 2020 Pazartesi

Qûzoyî

"Qûzê Dêlegurê"

Ne tirsin bi we ve nadê. Carê wexta hineka ji me peyva quz bilêv bikira, diya min go "heyla quz bi we vebidê" Masela qûzê dêlegurê çiye? Ev çi sêhr e?

Bi qewlê bav û kalêt me kurda, wexta tu qûzê dêlegurê ji  dêlegurê jê bikê û bi sitûwê xwe ve bikê; şens û talix û bext û text  ji te re çê dibê. Xwedê îş û emelê te bi dilê te dikê.
Heke tu bikêr hatî qûzkî  gur peyda bikê û  paşê bi sukra xwe daleqênê, wê xwedê bi "elba mezin" bi ser te da bibarînê, bê îde te da kê û neda kê...


Rokê ji rojê xwedê  li Hurmiz serdanek an jî ta'ziyek heye, bê ka çi qewimî bû axir.
Sariyê kalkê min û  Siûd kara xwe dikin, go berê xwe bidin Hurmiz. Siûd ji Gundik tê mala me. Û tevde dibê ya allah û ya xwedanê keremê; di Aşîtê  ra dibê em ê derbasî Hurmiz bibin.

Wê bi çin, lê wê çawaaa biçin?  Zivistan e, berf û bager e, "ti tileha di çavê hevdû rakê kes kesî nabînê". Yek ji Sarî yek ji Sixud, dibê "seriyê bê xîret î bênamûs e". Serê xwe natewînin û didine ser pişta çiyê û dibê em ê sirt û sirt em xwe gihênin qonaxa-Hurmiz xwe.
Dirabin bi rê dikevin serê neqepkê derbasdikin, di çala xelwa ra derbas dibin, digihine Aşîtê.
Sariyî eyşikê ji nişka ve pêjnekê dikê, dibê: ihi ew çi bû, ew dengê çi ye, Siûdo ti tişkî dibênê?
Çavê xwe li dora xwe digerênê tişt xwiya nakê. Ev dengê çiye yaw? Xencera Xerzanî ji kêleka xwe derdixê dibê te dinizam çî xwe gawo Siûdo hey ji xwe hebe, keryê gura li me giha hevdû. Ev gurê berçîne, wê me sax bixwin!
—Pişta xwe bide min.
De tişt xwiya bikê de de...

Li vir li wir çavê xwe digerênin, na malava tişt li holê naxwiyê.
—Yaw deng î nêz e û tişt xwiya nakê şçmn

Aşîtê jî mala bavê te aştî ha. Navî çar gava ya çalek heye an jî şikeft. Jixwe kavil û ancê wê nayêne hesêban. Hed û hesabê  çal û şikeftê wê nîne.

Sariyê gewre guhê xwe didê deng bê ma gelo ka  ji ku aliyî ve tê.  Hima çavê wî bi dewseke hurik dikevê diber xweda dibê: ev dewsa rovîye an ya gur e gelo🤔
Sarî û Siûdê me didine pey dewsê dews ji nişkêve li ber çavan winda dibê. Wey.
—Kurro çi bi vê dewsê hat kurro?
Gava ti nabê dêlegureke şepirje, ji derbketî, î ketiye şikefteke; şikefteke ji vayê ku ji banî-jor ve dev têde heye.  Û şivana jî gotiya da dahbe mahbe têde nesitirin, devê wê şikeftê jî bi hejik û keviran girtine. Şikefta di derî jî bi vî awayî ji dêlegurê ra bûye kemîn.
Te go erê? De bê ê.

Sariyê gewr reş û şîn dibê qas pazê ku ji bihara buhurîve, bê serî û bê birhan ji ber çava winda bûyî yek bi yek suretê wa tê ber çavên wî!!
Bavê mino!! De bê xwedê da diya kê ji me?!
Sarî dibê law Siûdo wer ma em heyfa vî qaaas pezkê xwe ji vê dêlikê nahilînin!
Siûd xwe bêrrî dikê, guhê xwe diberdê berxwe, ziravî wî çênakê bê welle Sariyo ez î va me, li vir im, bi te ra ma, "ji te ra şima dayî me"!

Sarî hima dibê hiiihh û xwe tavê jê şikaftê. Xwe diberdê ser dêlegurê. Ne dêkirrî Xencera Xerzanî dipalênê hahakê, yekê ji vir yekê ji vir dêlegurê ji hev dixê. Hê xencera wî bixwîn çawa li xwe dizîvirî dibênê go va Siûd î li balê ye. Hêj go şexalî bi devê Sarî  neketî Siûd li dêlegurê dizîvirê û ziha dêlegurê jêdikê û dikê paşla xwe. Û  ne dibê bi mino ne bi te wo!!

"Gel zaman git zaman"  rokê xelk û xam, dibînî va î, Siûdê me li nava Gundik tavêjê pey kurê xwe. Ê go Siûd  dibînê, dibê:
—Heyra ev çi helke helka  te ye?
—Ma tu kurê xwe nakujê?
—Te xêr e, heyla kurmê hariyê bi serê te neketo!!
Dibê ê ne win nizanin bêwî min di dê gayî çi aniye serê min!
Dibê herê çi bû?
Dibê law ê ne, wî min dêçirrandî quzê min ji min dizî....

Hiş

 "Li mêjiyê digerim, mêjiyê kakile qoq bişkîne"

16 Kasım 2020 Pazartesi

Go te gotê qûrpandinê


1- Hew xarek ji kalê min ma û jarjor-cercûl+ekî vala.
Goka şahîk li benda qaçûç bû; bo  bi be kuç. Ew jî li ber ava  çem, çem û çem çû...
Hêmaya zaroktiya di hewtik da.
2- Ji axê hatim, dê li axekê vegerim.

15 Kasım 2020 Pazar

piştî hilşkelingketinekê

 Piştî hişkelingketinekê.

"Ketim û ranebûm" ka li ku ne ewên digo: rabin ranezin, rabin ranezin... Çima tiştekî di qûla çavê xwe de nabînim? An tu dibe ava reş bi çavê min de hatiye lê heya min ji baye felekê nîne? Felek û erd û esman li ku man, şîn û şahî kêf û xweşî li ku man ez li ku, tu li ku? Şirnex li ku, payiza emrê min î, li kur î??

 her yek ji me bûne ferek teşqele, ka win î li ku neeee çima çavê min bi ser we ve nabe her ku çavgirtî, destê xwe li valahiyê de digerênim, kefa mista min mişt valahî dibe...

Beyî kefa mista yarê mist bide, bi mişt valahî ma.

 Katjimêr: Payiza paşîne 2020'a.


15 Mayıs 2020 Cuma

Qelaç

Li devê qelêç avdana peza çûr bi dêwlê
Şava nîvê şevê rakir şevînê keriyê paza mê
Ji mexel rakir miya hilike dûv destarî, li pey dêla mê
Bû pelqe pela serê şaxê di berê sibêda li nav kozê..