21 Mayıs 2019 Salı

Serşoka Şîrgerm

Laşekî bê serî, ji karxanaya xwediyê kar derket û ber bi malka xwe bi rê ve çû.  Giha malê, lê çi bi gihê.  Wekî kerê, guha ji gur re çeqel bikê li hember betlandinê bê mecal e. Bi serde dibê exew ma çi bêhna xwêdanê genî ye, ma ew wilqasî qillêrî me?  Dirajê binkiraskê xwe û berê xwe didê himamam a go wê têde bêhna xwe berdê û leşê xweyî hişk û hola bûyî piçkî bi  qalib-lehek sabûna kesk e, zeytuna nerm bikê, ê maxlûma ê xwe xwe bikê hevîr!!! Hêdî hedî cilkên xweye bi xwêhdana -şeva reşî- bûne av û lêlan ji xwe dikê tê bêqê bayê havînêye wisa bê lez û bez..
Av ê divekê, bi hatin a av ê ra xwişînî bimalê dikevê. Heye malî pê xilam bibin, dengê av ê bilind e. Vê sietê malî hemû razayne hima hêdîka avê piçkî kêm dikê û li bendê disekinê go av germ bibê; dikê û nakê ne bi dilê wî ye geh  li xwşiha wî diçê wexta ji noqê û bixwar de li xwe dikê, lê ku av digihê serî xwe mîna dîkê semitî hîs dikê. Bi av a sar û germ laş şoq dibê.  Cara diwa go serê xwe sabûn dikê, dibê aha vêcarê min eyara vî misliqî girt xwezî bi wa legenê berê ne bi va xurtumka. Av a  şîrgerm, a bi dilê xwe bi serê xwe da di berdê û hêdî hêdî xwe bi ber movika piştê de diberdê. Li xwe hey dibê heylo ev 10 deke heye bi vî awayî dibin ava şîregerm de li ser tabureye-kursîyekî rûniştî ye. Av a şîrgerm, go bi serê xwe de berda û di nav mila ra xwe di ser piştê ra berra ber linga dida  wî xistibû nav xeyalên kur û vala.  Gelo wê rokê di niv aveke şîrgerm de bi sieta karibê bimênim? Ev çi hêsteke xweş e. Ne  bela sebeb wa sebbavê yonetmen a ew lîstikvan di wa kuwêta de rêyî me temaşevan didan ha!  Jixwer dibê rabe kero rabe sibê divê tu zû rabê, an na tu tenê zanê wê çi ji destê te herin... Ev ava şîrgerm jî besî te û zêdeyî serê bavê te ye. ha te xwe bi şîr şişt ha bi ava şîrgerm, qedap bi darê dinyayê kevê.

21.05.2019