7 Aralık 2020 Pazartesi

Qûzoyî

"Qûzê Dêlegurê"

Ne tirsin bi we ve nadê. Carê wexta hineka ji me peyva quz bilêv bikira, diya min go "heyla quz bi we vebidê" Masela qûzê dêlegurê çiye? Ev çi sêhr e?

Bi qewlê bav û kalêt me kurda, wexta tu qûzê dêlegurê ji  dêlegurê jê bikê û bi sitûwê xwe ve bikê; şens û talix û bext û text  ji te re çê dibê. Xwedê îş û emelê te bi dilê te dikê.
Heke tu bikêr hatî qûzkî  gur peyda bikê û  paşê bi sukra xwe daleqênê, wê xwedê bi "elba mezin" bi ser te da bibarînê, bê îde te da kê û neda kê...


Rokê ji rojê xwedê  li Hurmiz serdanek an jî ta'ziyek heye, bê ka çi qewimî bû axir.
Sariyê kalkê min û  Siûd kara xwe dikin, go berê xwe bidin Hurmiz. Siûd ji Gundik tê mala me. Û tevde dibê ya allah û ya xwedanê keremê; di Aşîtê  ra dibê em ê derbasî Hurmiz bibin.

Wê bi çin, lê wê çawaaa biçin?  Zivistan e, berf û bager e, "ti tileha di çavê hevdû rakê kes kesî nabînê". Yek ji Sarî yek ji Sixud, dibê "seriyê bê xîret î bênamûs e". Serê xwe natewînin û didine ser pişta çiyê û dibê em ê sirt û sirt em xwe gihênin qonaxa-Hurmiz xwe.
Dirabin bi rê dikevin serê neqepkê derbasdikin, di çala xelwa ra derbas dibin, digihine Aşîtê.
Sariyî eyşikê ji nişka ve pêjnekê dikê, dibê: ihi ew çi bû, ew dengê çi ye, Siûdo ti tişkî dibênê?
Çavê xwe li dora xwe digerênê tişt xwiya nakê. Ev dengê çiye yaw? Xencera Xerzanî ji kêleka xwe derdixê dibê te dinizam çî xwe gawo Siûdo hey ji xwe hebe, keryê gura li me giha hevdû. Ev gurê berçîne, wê me sax bixwin!
—Pişta xwe bide min.
De tişt xwiya bikê de de...

Li vir li wir çavê xwe digerênin, na malava tişt li holê naxwiyê.
—Yaw deng î nêz e û tişt xwiya nakê şçmn

Aşîtê jî mala bavê te aştî ha. Navî çar gava ya çalek heye an jî şikeft. Jixwe kavil û ancê wê nayêne hesêban. Hed û hesabê  çal û şikeftê wê nîne.

Sariyê gewre guhê xwe didê deng bê ma gelo ka  ji ku aliyî ve tê.  Hima çavê wî bi dewseke hurik dikevê diber xweda dibê: ev dewsa rovîye an ya gur e gelo🤔
Sarî û Siûdê me didine pey dewsê dews ji nişkêve li ber çavan winda dibê. Wey.
—Kurro çi bi vê dewsê hat kurro?
Gava ti nabê dêlegureke şepirje, ji derbketî, î ketiye şikefteke; şikefteke ji vayê ku ji banî-jor ve dev têde heye.  Û şivana jî gotiya da dahbe mahbe têde nesitirin, devê wê şikeftê jî bi hejik û keviran girtine. Şikefta di derî jî bi vî awayî ji dêlegurê ra bûye kemîn.
Te go erê? De bê ê.

Sariyê gewr reş û şîn dibê qas pazê ku ji bihara buhurîve, bê serî û bê birhan ji ber çava winda bûyî yek bi yek suretê wa tê ber çavên wî!!
Bavê mino!! De bê xwedê da diya kê ji me?!
Sarî dibê law Siûdo wer ma em heyfa vî qaaas pezkê xwe ji vê dêlikê nahilînin!
Siûd xwe bêrrî dikê, guhê xwe diberdê berxwe, ziravî wî çênakê bê welle Sariyo ez î va me, li vir im, bi te ra ma, "ji te ra şima dayî me"!

Sarî hima dibê hiiihh û xwe tavê jê şikaftê. Xwe diberdê ser dêlegurê. Ne dêkirrî Xencera Xerzanî dipalênê hahakê, yekê ji vir yekê ji vir dêlegurê ji hev dixê. Hê xencera wî bixwîn çawa li xwe dizîvirî dibênê go va Siûd î li balê ye. Hêj go şexalî bi devê Sarî  neketî Siûd li dêlegurê dizîvirê û ziha dêlegurê jêdikê û dikê paşla xwe. Û  ne dibê bi mino ne bi te wo!!

"Gel zaman git zaman"  rokê xelk û xam, dibînî va î, Siûdê me li nava Gundik tavêjê pey kurê xwe. Ê go Siûd  dibînê, dibê:
—Heyra ev çi helke helka  te ye?
—Ma tu kurê xwe nakujê?
—Te xêr e, heyla kurmê hariyê bi serê te neketo!!
Dibê ê ne win nizanin bêwî min di dê gayî çi aniye serê min!
Dibê herê çi bû?
Dibê law ê ne, wî min dêçirrandî quzê min ji min dizî....

Hiş

 "Li mêjiyê digerim, mêjiyê kakile qoq bişkîne"

16 Kasım 2020 Pazartesi

Go te gotê qûrpandinê


1- Hew xarek ji kalê min ma û jarjor-cercûl+ekî vala.
Goka şahîk li benda qaçûç bû; bo  bi be kuç. Ew jî li ber ava  çem, çem û çem çû...
Hêmaya zaroktiya di hewtik da.
2- Ji axê hatim, dê li axekê vegerim.

15 Kasım 2020 Pazar

piştî hilşkelingketinekê

 Piştî hişkelingketinekê.

"Ketim û ranebûm" ka li ku ne ewên digo: rabin ranezin, rabin ranezin... Çima tiştekî di qûla çavê xwe de nabînim? An tu dibe ava reş bi çavê min de hatiye lê heya min ji baye felekê nîne? Felek û erd û esman li ku man, şîn û şahî kêf û xweşî li ku man ez li ku, tu li ku? Şirnex li ku, payiza emrê min î, li kur î??

 her yek ji me bûne ferek teşqele, ka win î li ku neeee çima çavê min bi ser we ve nabe her ku çavgirtî, destê xwe li valahiyê de digerênim, kefa mista min mişt valahî dibe...

Beyî kefa mista yarê mist bide, bi mişt valahî ma.

 Katjimêr: Payiza paşîne 2020'a.


15 Mayıs 2020 Cuma

Qelaç

Li devê qelêç avdana peza çûr bi dêwlê
Şava nîvê şevê rakir şevînê keriyê paza mê
Ji mexel rakir miya hilike dûv destarî, li pey dêla mê
Bû pelqe pela serê şaxê di berê sibêda li nav kozê..

10 Mayıs 2020 Pazar

Di serdema korona de qenciya dewletê!


Ji bo ji qahra bi fetisîm ez ê aniha vê dîmenê vekim.

Car caran hin kesan fort li desthilatdarê xwînmij dianîn. derewê xweş bûn. Lê ez lê meyzênim û qahrim nefreta genî di dile xwe de mezin bikim, tevî xisarê
Min lê temaşe kir. Min şekirand ku kes ji wa zarokan ne kuştin e! Qahrek gelek mezin neket dile min! Ev qedexekirin madem ji bo qenciya me ye, naxwe çima win vê êşê bi me didin kişandin? Wê rojê li Antalyayê zarok li derve dilîze li kolana.
,Wexta çav li polîsa dike li bayê bezê diçe nava malê. Çend roj têve çûn ji ber ku dîmen li ser înternetê belav bû polîsa rahiştin çend oyincak a û diyarî wî kirin. diyariya wa jî ji li gor tv'ya ragihandin ev bû; zarok tevî ku ne bîrewer e li gor qanûn a tevgeriya ye.!

Na di esasê xwe de ji polîsa tirsiya bû. tirka aferin da polîs û zarokê piçûk.
Göz kırpan surat
Wê roja ha dîsa ji bo qenciya wî ji bo nexweşiya qorona polîsa xwortekî emrê wî bin bîst salan re kuştin. Qiyamet rabû. Divê rabûbane jî. Kuştin tenê bo qenciya wî wî kuştin bo qenciyê!!

Îro li Nisêbînê bo qenciya zarokê kurda ji bo nexweşî bi wa neke polîs wa çav tirsandî dike. Baş e, fîşek berda hewa ne zarok a. Lê polîsek destê dewletê bo xêr û siheta zarokî bi qasî destekî wî dide ber şemaqa!!! Tenê bo qenciya wî? Zext û qanûnê ji bo qenciya me ev in!

Gelo wê ev polîse nexweş ji wezîfeyê werê durxistin? Na mihtemelen emniyetê wê bêjiye hey kuçik carekî dî xwe li ber çavê xelkê neke vî halî. Herî zêde ev e. Ne ji ber qenciya wî zarokî bûn ew şemaq xwedê zanê digo çi di ber xwe de wî polîsî? Ne gotine hey ît oxlî ît!!!?

Em ê wekî berê çend sixêfan bikin û dile xwe rihet bikin û razin.! Sibê dîsa wisa, du siba dîsa wilo.. Kî zanê gelo ew polîs kiye? Belkî kurapê min e belkî ê te belkî jî ne ti tiştî me ye lê bûye destê desthilatdariya me kurd a!! Bajar heye? bajar bi serê me de rûxandin newlo!


Em ê wekî berê çend sixêfan bikin û dile xwe rihet bikin û razin.! Sibê dîsa wisa, du siba dîsa wilo.. Kî zanê gelo ew polîs kiye? Belkî kurapê min e belkî ê te belkî jî ne ti tiştî me ye lê bûye destê desthilatdariya me kurd a!! Bajar heye? bajar bi serê me de rûxandin newlo!



https://www.gazeteduvar.com.tr/turkiye/2020/05/10/mardinde-bir-polis-cocuklari-silahla-kovaladi/

https://twitter.com/SidarJir/status/1259219233445117952?s=19

13 Nisan 2020 Pazartesi

Xak

Ji axê hatim, dê li axekê vegerim.
13'ê nîsana dihezar û bîstan.

5 Şubat 2020 Çarşamba

Keleha Hêtim-dimitrus

Keleha Hêtimî Teyib. Wexta hêtim di dêrê de asê dimînê, Hêtim ji bo têkçûna xwe xefbike, dirabê di binê cêrê xwe de cê diçêne û dêlika xwe didoşê û şîrê wê dike mast. Ce û mast dişîyêne ji dijminê xwe re. Û dibe vaye hê dexla min heye û sewalên min diçêre û mast ê min tê. Yanî va hê jî ez xwedî hêz û derft im. Di esasê xwe de di dêrê de asê maye. Bi ser vê de yek ji hevalê Hêtimê Teyip li Hêtim diqulibe û ji dijmine wî ra dibeje tiştekî wa nîne ev ceyê binê cêr e û mast jî ê şîrê dêlika wî ye. Bi vî awayî têkçûn dibe para Hêtimê Teyib

Keleha Hêtim bi destê Konstantîn'ê 2 ve tê çêkirin. Hikmê Bîzansan betal e.  Çîrokê bi vî awayî tên gotin hê jî dinav civakê de hene. Gelek gotin û çîrok bermahiyê  serpêhatî yane. Her çiqas navê Hatey-Dimitrius bube Hêtimî Teyib jî....

2/2/2020