31 Temmuz 2019 Çarşamba

Şans û Quzê Dêlegurê

"Qûzê Dêlegurê"

Ne tirsin ne tirsin,bi we ve nadê. Carê wexta hineka ji me peyva quz bilêv bikira, diya min digo "heyla quz bi we vebidê" Masela qûzê dêlegurê çiye? Ev çi efsaneye?

Bi qewlê bav û kalên me kurda, bi qewlê mîtolojiyê, wexta tu qûzê dêlegurê ji  dêlegurê jê bikê û bi sitûwê xwe ve bikê; şens û talix û bext û text  ji te re ye.
Heke tu bikêr hatî qûzkî  gur peyda bikê û  paşê bi sukra xwe daleqênê, wê xwedê bi "elba mezin" bi ser te da bibarîne.

Rokê ji rojê xwedê  li Hurmiz serdanek an jî ta'ziyek heye, bê ka çi qewimî bû axir.
Sariyê kalkê min û  Siûd kara xwe dikin, go berê xwe bidin Hurmiz. Siûd ji Gundik tê mala me. Ew û Sarî tevde dibê ya allah û ya xwedanê keremê.  di   raAşîtê ra dibê em ê derbasî Hurmiz bibin.

Wê bi çin, lê wê çawa biçin?  Zivistan e, berf û bager e, "ti tileha di çavê hevdû rakê kes kesî nabînê". Yek ji Sarî yek ji Siûd, dibê "seriyê bê xîret î bênamûs e". Serê xwe natewînin û didine ser pişta çiyê û dibê em ê sirt û sirt em xwe bigihênin qonaxa xwe.
Dirabin bi rê dikevin serê neqepkê derbasdikin,Dara Mizgeftê derbas dikin, digihine Aşîtê.
Sariyê eyşikê ji nişka ve pêjnekê dikê, dibê: ihi ew çi bû, ew dengê çi ye, Siûdo ti tişkî dibênê?
Çavê xwe li dora xwe digerênê tişt xwiya nakê.
—Ev dengê çiye yaw? Xencera Xerzanî ji kêleka xwe derdixê dibê; te dinizam çî xwe gawo Siûdo hey ji xwe hebe, keryê gura li me giha hevdû. Ev gurê berçîne, wê me sax bixwin!
—Pişta xwe bide min!!
(De tişt xwiya bikê de de...)
Li vir li wir çavê xwe digerênin, na malava tişt li holê naxwiyê.
—Yaw deng î nêz e û tişt xwiya nakê şçmn

Aşîtê jî mala bavê te Aşîtê ha. Navî çar gava ya çalek heye an jî şikeft. Jixwe kavil û ancê wê nayêne hesêban. Hed û hesabê  çal û şikeftê wê nîne.

Sariyê gewre guhê xwe didê deng bê ma gelo ka  ji ku aliyî ve tê.  Hima çavê wî bi dewseke hurik dikevê ,diber xwe da dibê: ev dewsa rovîye an ya gur e gelo🤔!
Sarî û Siûdê me didine pey dewsê dews ji nişkêve li ber çavan winda dibê. Wey.
—Kurro çi bi vê dewsê hat kurro?
Gava ti nabê dêlegureke şepirje, ji derbketî, î ketiye şikefteke, di şikeftekê werbûye; şikefteke ji vayê ku ji jor ve dev têde heye.  Û şivana jî gotiya da dahbe mahbe têde nesitirin, devê wê şikeftê jî bi hejik û keviran girtine. Şikefta du derî jî bi vî awayî ji dêlegurê ra bûye kemîn...
—Te go erê? De bê ê.

Sariyê gewr, reş û şîn dibê, qas pazê ku ji bihara buhurîve, bê serî û bê birhan ji ber çavan winda bûyî yek bi yek şeklê wa tê ber çavên wî!!
Bavê mino!! De bê xwedê da diya kê ji me?!
Sarî dibê law Siûdo wer ma em heyfa vî qas pezkê xwe ji vê dêlikê nahilînin!
Siûd xwe bêrrî dikê, guhê xwe diberdê berxwe, ziravî wî çênakê bê welle Sariyo ez î va me, li vir im, bi te ra ma, "ji te ra şima dayî me"!

Sarî hima dibê hiiihh û xwe tavê jê şikaftê. Xwe diberdê ser dêlegurê. Ne dêkirrî Xencera Xerzanî dipalênê hahakê, yekê ji vir yekê ji vir dêlegurê ji hev dixê. Hê xencera wî bixwîn çawa li xwe dizîvirî dibênê go va Siûd î li balê ye. Hêj go şexalî bi devê Sarî  neketî Siûd li dêlegurê dizîvirê û ziha dêlegurê jêdikê û dikê paşla xwe. Û  ne dibê bi mino ne bi te wo!!

"Gel zaman git zaman"  rokê xelk û xalem, dibînî va î, Siûdê me li nava Gundik tavêjê pey kurê xwe. Ê go Siûd  dibînê, dibê:
—Heyra ev çi helke helka  te ye?
—Ma tu kurê xwe nakujê?
—Te xêr e, heyla kurmê hariyê bi serê te neketo!!
Dibê ê ne win nizanin bêwî min di dê gayî çi aniye serê min!
Dibê herê çi bû?
Dibê law ê ne, wî min dêçirrandî quzê min ji min dizî....