31 Temmuz 2019 Çarşamba

Şans û Quzê Dêlegurê

"Qûzê Dêlegurê"

Ne tirsin ne tirsin,bi we ve nadê. Carê wexta hineka ji me peyva quz bilêv bikira, diya min digo "heyla quz bi we vebidê" Masela qûzê dêlegurê çiye? Ev çi efsaneye?

Bi qewlê bav û kalên me kurda, bi qewlê mîtolojiyê, wexta tu qûzê dêlegurê ji  dêlegurê jê bikê û bi sitûwê xwe ve bikê; şens û talix û bext û text  ji te re ye.
Heke tu bikêr hatî qûzkî  gur peyda bikê û  paşê bi sukra xwe daleqênê, wê xwedê bi "elba mezin" bi ser te da bibarîne.

Rokê ji rojê xwedê  li Hurmiz serdanek an jî ta'ziyek heye, bê ka çi qewimî bû axir.
Sariyê kalkê min û  Siûd kara xwe dikin, go berê xwe bidin Hurmiz. Siûd ji Gundik tê mala me. Ew û Sarî tevde dibê ya allah û ya xwedanê keremê.  di   raAşîtê ra dibê em ê derbasî Hurmiz bibin.

Wê bi çin, lê wê çawa biçin?  Zivistan e, berf û bager e, "ti tileha di çavê hevdû rakê kes kesî nabînê". Yek ji Sarî yek ji Siûd, dibê "seriyê bê xîret î bênamûs e". Serê xwe natewînin û didine ser pişta çiyê û dibê em ê sirt û sirt em xwe bigihênin qonaxa xwe.
Dirabin bi rê dikevin serê neqepkê derbasdikin,Dara Mizgeftê derbas dikin, digihine Aşîtê.
Sariyê eyşikê ji nişka ve pêjnekê dikê, dibê: ihi ew çi bû, ew dengê çi ye, Siûdo ti tişkî dibênê?
Çavê xwe li dora xwe digerênê tişt xwiya nakê.
—Ev dengê çiye yaw? Xencera Xerzanî ji kêleka xwe derdixê dibê; te dinizam çî xwe gawo Siûdo hey ji xwe hebe, keryê gura li me giha hevdû. Ev gurê berçîne, wê me sax bixwin!
—Pişta xwe bide min!!
(De tişt xwiya bikê de de...)
Li vir li wir çavê xwe digerênin, na malava tişt li holê naxwiyê.
—Yaw deng î nêz e û tişt xwiya nakê şçmn

Aşîtê jî mala bavê te Aşîtê ha. Navî çar gava ya çalek heye an jî şikeft. Jixwe kavil û ancê wê nayêne hesêban. Hed û hesabê  çal û şikeftê wê nîne.

Sariyê gewre guhê xwe didê deng bê ma gelo ka  ji ku aliyî ve tê.  Hima çavê wî bi dewseke hurik dikevê ,diber xwe da dibê: ev dewsa rovîye an ya gur e gelo🤔!
Sarî û Siûdê me didine pey dewsê dews ji nişkêve li ber çavan winda dibê. Wey.
—Kurro çi bi vê dewsê hat kurro?
Gava ti nabê dêlegureke şepirje, ji derbketî, î ketiye şikefteke, di şikeftekê werbûye; şikefteke ji vayê ku ji jor ve dev têde heye.  Û şivana jî gotiya da dahbe mahbe têde nesitirin, devê wê şikeftê jî bi hejik û keviran girtine. Şikefta du derî jî bi vî awayî ji dêlegurê ra bûye kemîn...
—Te go erê? De bê ê.

Sariyê gewr, reş û şîn dibê, qas pazê ku ji bihara buhurîve, bê serî û bê birhan ji ber çavan winda bûyî yek bi yek şeklê wa tê ber çavên wî!!
Bavê mino!! De bê xwedê da diya kê ji me?!
Sarî dibê law Siûdo wer ma em heyfa vî qas pezkê xwe ji vê dêlikê nahilînin!
Siûd xwe bêrrî dikê, guhê xwe diberdê berxwe, ziravî wî çênakê bê welle Sariyo ez î va me, li vir im, bi te ra ma, "ji te ra şima dayî me"!

Sarî hima dibê hiiihh û xwe tavê jê şikaftê. Xwe diberdê ser dêlegurê. Ne dêkirrî Xencera Xerzanî dipalênê hahakê, yekê ji vir yekê ji vir dêlegurê ji hev dixê. Hê xencera wî bixwîn çawa li xwe dizîvirî dibênê go va Siûd î li balê ye. Hêj go şexalî bi devê Sarî  neketî Siûd li dêlegurê dizîvirê û ziha dêlegurê jêdikê û dikê paşla xwe. Û  ne dibê bi mino ne bi te wo!!

"Gel zaman git zaman"  rokê xelk û xalem, dibînî va î, Siûdê me li nava Gundik tavêjê pey kurê xwe. Ê go Siûd  dibînê, dibê:
—Heyra ev çi helke helka  te ye?
—Ma tu kurê xwe nakujê?
—Te xêr e, heyla kurmê hariyê bi serê te neketo!!
Dibê ê ne win nizanin bêwî min di dê gayî çi aniye serê min!
Dibê herê çi bû?
Dibê law ê ne, wî min dêçirrandî quzê min ji min dizî....

21 Mayıs 2019 Salı

Serşoka Şîrgerm

Laşekî bê serî, ji karxanaya xwediyê kar derket û ber bi malka xwe bi rê ve çû.  Giha malê, lê çi bi gihê.  Wekî kerê, guha ji gur re çeqel bikê li hember betlandinê bê mecal e. Bi serde dibê exew ma çi bêhna xwêdanê genî ye, ma ew wilqasî qillêrî me?  Dirajê binkiraskê xwe û berê xwe didê himamam a go wê têde bêhna xwe berdê û leşê xweyî hişk û hola bûyî piçkî bi  qalib-lehek sabûna kesk e, zeytuna nerm bikê, ê maxlûma ê xwe xwe bikê hevîr!!! Hêdî hedî cilkên xweye bi xwêhdana -şeva reşî- bûne av û lêlan ji xwe dikê tê bêqê bayê havînêye wisa bê lez û bez..
Av ê divekê, bi hatin a av ê ra xwişînî bimalê dikevê. Heye malî pê xilam bibin, dengê av ê bilind e. Vê sietê malî hemû razayne hima hêdîka avê piçkî kêm dikê û li bendê disekinê go av germ bibê; dikê û nakê ne bi dilê wî ye geh  li xwşiha wî diçê wexta ji noqê û bixwar de li xwe dikê, lê ku av digihê serî xwe mîna dîkê semitî hîs dikê. Bi av a sar û germ laş şoq dibê.  Cara diwa go serê xwe sabûn dikê, dibê aha vêcarê min eyara vî misliqî girt xwezî bi wa legenê berê ne bi va xurtumka. Av a  şîrgerm, a bi dilê xwe bi serê xwe da di berdê û hêdî hêdî xwe bi ber movika piştê de diberdê. Li xwe hey dibê heylo ev 10 deke heye bi vî awayî dibin ava şîregerm de li ser tabureye-kursîyekî rûniştî ye. Av a şîrgerm, go bi serê xwe de berda û di nav mila ra xwe di ser piştê ra berra ber linga dida  wî xistibû nav xeyalên kur û vala.  Gelo wê rokê di niv aveke şîrgerm de bi sieta karibê bimênim? Ev çi hêsteke xweş e. Ne  bela sebeb wa sebbavê yonetmen a ew lîstikvan di wa kuwêta de rêyî me temaşevan didan ha!  Jixwer dibê rabe kero rabe sibê divê tu zû rabê, an na tu tenê zanê wê çi ji destê te herin... Ev ava şîrgerm jî besî te û zêdeyî serê bavê te ye. ha te xwe bi şîr şişt ha bi ava şîrgerm, qedap bi darê dinyayê kevê.

21.05.2019

11 Mart 2019 Pazartesi

Teyrikê Biharê

Wexta teyrik bi ref re di firê, xema wî ye welêt nîne.
Ez xemxwarê warê xwe, ber bi xurbetê diherim
Axa sore bi kevir çawa jibîr bikim.
Min du coht rezê kirêbkirî li pey xwe hişt û mihîneke beş.
Mij û tavê nabînin êdî çav, hew wê baran xwiya bê.
Gelo wê kengî cardin ew teyrik li Kurdistanê vegerê li kîjan biharê??
Kesî diye di bihara de teyrikekî welatê xwe terikandiye?
Ne dimsim di meşka eyarî de ber bi welatê xelkê de herim na na ticarî nabim dims…
Di meşkeke hesînî de têm kilkirin bi koçberkî.
Ez ê vê biharê pirpar, kereng, dobelan, gurîz a.. axa xwe, nebînim...
Kî wê sê gêsna bidê xerzikê min, kiyê libê gurşiya di devê xwe de li ba bike?
Warê min ji hêla mîlîtarîsta ve hatiye dorpêçkirin, wê bi potînên têr xwîn li pê axa min bikin, keserek kohn divedê di dilê rezîl de
(Çîrok nîvrê…)
6.3.2019
Ji axa xwe dûr dikevê..

25 Şubat 2019 Pazartesi

Lawê Perîxanê

Belê belê, çîrokek mi jî hebû, heye ûne wekî wayên din. Her kesî û çîroka xwe.

Serpêhatiyên me hemî ya hene, em dibê serpêhatî tu “çîrokê” fêm ke.😉 Jiyan kêm û zêde wekî hev e, heke em bi zimanê -Siya Şevê- bêjin: jiyan jêr û jor wek hev e. Ma qê hewceye, ya dî bêjim?  Bê çiye ew e, ew jor û jêr!!!


    Ez kîme, ji kê me, ji ku me?
Berê ev pirsê me kurmanca ne halo bûn; ti kî yî, ji kûve tê, tê bi ku de çê?  Vilo bûn ezbenî. Beriya niha bi çend salan-zemanê berê ha- niha dem û dewran guherî. Guherîna çi halê çi, sero bino bûye Xwedê Wekîla!!!

      Carekê ez û cîran me, em ketin qirka hev jî go ma tu yê kêyî.ne go ma tu ê kê/î yî ha! Min jî go qê navê bavê min sual kirye. Min got Ê BAVÊ XWW ME!! Nihîta jina bêjê min çi qence gelo;) ne go ma naxwe tu ne yê diya xweyî.
Go: eseh tu zanê ma tî ji bavê xwe yî!!!
Min ne kire tiştek, min ber guhê xwe re berda. Lê bawer bikin, ji Bahwarê! Rokê me go em DNA testîkê bikin ji bo mahkemekê, ew bû jixwe xwîn li çokê ne sekinî bû! Ji ber va pirsa.

Axir hêjî wexta pirs têne pirsîn, xelk dibê qê bela sebeb serê me tevlîhev dikê. Jixwe kêm û zêde jiyan a me tevlîhev e.  Ê alla wekîl mesele tevlîhev in ya min çi yabo quban.

De ka bêjim: ewil ne Kurd bûm. Kurmanc bûm, heya min pî ne avête wê xopana  Zankoya Çukurovayê. Ewil min li xwe ne diniha go bê welle “nezanekî nezaniya xwe” ma jixwe heya min ne ji bayê felekê û ne jî ji  yê payizê hebû. hek hek rojkê min bi çavê serê xwe dî go ez Kurd oxli Kurd. Min jî bi hesabê Rahmî Hekarî lê da û min li ba xwe esl û cinsê xwe gihande Nemrûdê Nemir, rakî xwe gihane Êzdi'yê Aşîtê, rakî xwe jî gihane Ermenî û Kurd ê serhedê!!!(ne vir e, kêm e, ne zêde ye ) Ha niha îja ez bûm Kurd gelî kurdînûsa newlo? Axir  ên îro nizanibê wê law de li filankes meyzêne “tê bê qê ji niklê teyran ketiye, nizanê ku î wekî çêlîkê qijikê ye”. Wekî hina ji we pê hisam gava va ez di guhê gê de ma me….

Şa'r dibê: min jiyana xwe anî bi heya vira.  Va ye ez jî hatim bi heya vir, win jî niha li vir in, vê kêlîkê, kêlîkî dî li dereke dî…
Şûxlê kurmanciyê em lê xin:kin û kut!
Zimanê min na gerê, lê ji niha pêde ez jî ê tirşika xwe li  êgîr kim. Ji ava bîra xwe û çeng xwê jî pê werkim. Hevalên hêja û bi qîmet ev bloga min e. Blog Blog îde ha!!!  min jî wekî S Temo go bes e ma çima ez blogekê ji xwe re navekim?? Bê ka wê çi ji beroj-quşxanê der kevê em ê bi bînin. Silavên bi hezkirin û li hev banîn.

25.2.2019
Cih: guhê gundekî.

Reştarî

Berê sibehê ye...
Bi çavên girtî, guh didim dengê kund û reştariyê..
Çavê xwe li dengê bê digerênim
Xwiyang ne xwiya ye!!!

24 Şubat 2019 Pazar

tovê xaletê

Ji sitû xwe derxim. Mela dibê ez ê zanabûna xwe ji sitû xwe derdixim. Ma qê mal e, di sitûwê te de maye sjsjsjsjs
Wexta tu di nava xwe de bihêlê tiştekî, nava yekî di rizênê. Genî dibê genî!!!
Jiyan li gundekî çiyêêê